Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin 2020-07-11 09:13:24 DERSIM - Rêxistinên hawirdorê bertek nîşanî biryara Wezareta Çandinî û Daristanê dan ku li Dersimê destûra nêçîrkirina pezkoviyan dabû. Hawirdorparêzan xwest biryara hatiye girtin bê betalkirin.    Wezareta Çandinî û Daristanê daxuyandibû ku wê di 13'ê Tîrmeha 2020'an de ji bo nêçîrkirina pezkoviyan îhaleyekê ragihîne. Brtekên li dijî nêçîrkirina pezkoviyên k Dersimê navê "Bizinên Xizir" li wan kirine, didomin. Serokê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan û aktivîstê xwezayê Haydar Çetînkaya, xwestin rojek berî rojekê îhale bê betalkirin.    ‘BILA GELÊ ME NEHÊLE'    Serokê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, anî ziman ku di demên dawî de hêzên dewletê, cerdevan û nêçîrvan pezkoviyan nêçîr dikin û got, di çarçoveya van îhaleyan de gelek pezkovî hatine kuştin. Arslan, bilêv kir ku bi a tê xwestin bê kirin wê pêşî li ber komkujniyên bi vî rengî bê vekirin. Arslan, diyar kir ku pezkovî ji bo dersimiyan pîroz in û got, dersimî ji bo wan dibêjin "Bizinên Xizir". Arslan, bilêv kir ku divê gel hesas be û got, a tê kirin êrîş li ser xweza û baweriyê ye. Arslan, destnîşan kir ku êrîşên li ser hawirdorê hemû polîtîk in û got: "Dixwazin bi bendavan, madenan, şewitandina daristanan, tunekirina jiyana kovî Dersimê tune bikin. Loma divê gelê me hesas be. Heger ê îhaleyê dike dewlet be jî gel divê nehêle. Em dixwazin pêşî li ber komkujiya xwezayê bê girtin."    ‘QANÛNA BINGEHÎN TÊ BINPÊKIRIN'      Aktivîstê xwezayê Haydar Çetînkaya jî bal kiaşnd ser bertekên li dijî nêçîrkirina pezkoviyan û got, gel vê yekê qebûl nake. Çetînkya, anî ziman ku a tê qetilkirin tenê ne pezkovî ne û got: "Bi vê re pêşî li ber nêçîrkirina kewên me, kîvroşkên me, berazên me û gelek celebên çûkên me tê vekirin. Li cîhanê nêçîrkirina evana qedexeye. Hin peymanên navneteweyî hene ku Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye binî. Peymana Bernê heye. Li gor vê peymanê nêçîrkirina van celeban qedexeye. Mixabin Tirkiye bi vê yekê qanûna bingehîn bin pê dike. Em dixwazin nêçîrvanî bi temamî bê qedexekirin û bi dwî bibe."    'FERASETEKE KIRÊT E'    Çetînkaya, destnîşan kir ku nêçîrvanî ne spor e, cinayet e û got: "A tê kirin bi destê saziyên fermî yên dewletê tê kirin. Mirovên Dersimê nçirvaniyê qebûl nake. Tenê 3 feraset hene ku nêçîrvanyê dixwazin; bazirganên çekan, Midûriyeta Daristanan û nêçîrvan. Bilaa werin li Dersimê bigerin, kes nêçîrvaniyê naxwaze. Dewlet jî bi vî awayî dixwaze hin perean bi dest bixe. Qaşo wê bi vî awayî piştgiriya aboriya welêt bikin. Ev feraseteke pir kirêt e. Qetilkirina candarên xwezayê liv û tevgereke paşverû ye. Em bang dikin ku her kes li ber vê yekê rabe."