Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin 2020-07-11 09:12:48   XARPÊT – Rojnamevan Mehmet Guleş, anî ziman ku li girtîgehê binpêkirina mafan zêde bûye û girtiyên nexweş jî tedawî nakin.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş, ji Girtîgeha Jimare 1 a Xaarpêtê nameyek şand. Guleş di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Guleş, destnîşan kir ku tedawîkirina girtiyên nexweş û girtiyên ku nexweşînên wan ên kronîk hene hatiye sekinandin. Guleş, ji bo girtiyên nexweş ên divê biçin nexweşxaneyê jî şertê ku du rojan di karantînayê de bimînin danîne ber wan. Her wiha Guleş, diyar kir ku rojê tenê qedehek ava kincan û sabûna rohn didin wan û li girtîgehê ji bo şewbê tu tevdîr nayên girtin.    Guleş, bal kişand ser rewşa hevalên xwe yên ji ber şewbê bi xetereyê re rû bi rû ne û got: "Berî bi derengî bikeve em ji bo van mirovên nexweş bang dikin. Em bang li saziyên civaka sivîl, çapemeniya azad û gelê xwe dikin."    Guleş, di nameya xwe de bi vî awayî bal kişandiye ser rewşa girtiyên nexweş:    “*Zulkuf Yildirim, 68 salî ye. Ji ber ûra mêjî çavekî wî kor bûye. Xwîn ji madeya wî tê. Guatr, tansiyon û diyabet pê re heye. Divê tim bê tedawîkirin.    *Yekta Bortan, hepatît B pê re heye. Divê bê tedawîkirin.    *Suphî Guler, nexweşîna dil, hîpertansiyon û fitiq pê re heye.    *Askerî Dûman, diyabet pê re heye. Divê bê tedawîkirin.    *Denîz Yildirim, bi pençeşêrê ketiye. 3-4 meh berê emeliyat bûye. Şert û mercên heyî ji bo rewşa wî ne guncan in.    *Azîz Altin, milekî wî tuneye. (milê wî yê rastê)    *Mehmet Îşsîz, berê ji ber fitiqê emeliyat bûye, lê hê jî rihet nebûye. Nexweşîna dil pê re heye. Divê anjo bibe. Ulserya madeyê pê re heye. Xwîna wî tîr dibe. Nêzî 40 roj berê xwîna wî reş bûye. Divê bê tedawîkirin.    *Huseyîn Bozkûrt, 70 salî ye û 29 sal in girtiye."