Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir 2020-07-11 09:12:13 AMED - Îdianameya der barê Dayika Aştiyê Havva Kiran de hat amadekirin. Îdianame bi îdiaaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin.  Di 22'yê Gulanê de li Amedê di çarçoveyaa lêpirsîna der barê Komeleya Jinê ya Rosayê de 17 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran a 65 salî bû. Kiran, piştî hatibû binçavkirin bi şertê "hepsa malê" hatibû berdan. Niha jî îdianameya der barê Kiranê de hatiye amadekirin. Îdianame bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Di îdiaanameyê de tê xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza bê birîn. Her wiha piştî îdiname hat amadekirin biryraa "hepsa malê" jî hat rakirin.    Dozgeriyê dosyaya wê ya niha bi dosyeyeke wê ya berê re kiriye yek. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku ji 9'ê Cotmeha 2019'an heya 9'ê Adara 2020'an telefona Kiranê hatiye guhdarkirin.   Di îdianameyê de îfadeyên şahidê veşarî “A53T61MCTS21SS92” jî hene. Şahidê veşarî di îdianameyê de gotiye: "Ez vê endama rêxistinê wekî 'Ana' nas dikim. Li vira, agagahiyên wê yên nasnameyê hîn bûm. Ev kesî endama komeleya bi navê Rosayê ye û bi awayekî çalak tev li civînên rêxistinî yên komeleyê dibe."    Her wiha dozgerî di îdianameyê de ji bo Dayikên Aştiyê gotiye "qaşo dayika aştiyê" û dayik "rêxistina terorî" sor dikin.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Kiran hatiye şopandin, çûye Komeleya Jina ya Rosayê û avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Di îdianameyê de çûyîna avahiya komeleya jina û KCD'ê sûc hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de ji bo pankarta ku di dema avêtina ser Komeleya Jina ya Rosayê de hatiye desteserkirin û li er "Li dijî şideta mêr û dewletê rabe, xwe organîze bike" hatiye gotin ku hatiye xwestin li dijî dewletê gel rabe ser piya û alozî çêbibe.    BEŞDARBÛNA MERASÎMA XELATDAYÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ 'SÛC' HATIYE HESIBANDIN   Her wiha di îdianameyê de tevlîbûna Kiranê a daxuyaniya der barê greva birçîbûnê de, tevlîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'a Amedê, beşdarbûna çalakiya danasîna hevşaredarên HDP'ê, tevlîbûna vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Peyasê, tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, tevlîbûna dema daxuyandina deklerasyona DBP'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî, tevlîbûna komcivîna tifaqa Kurdistanî, tevlîbûna Kongreya DBP'ê ya Navçeya Rezanê, tevlîbûna panela "Ji bo aştiyê divê civak çi bike?" û Merasîma Xelatdayînê ya Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ku Odeya BIjîşkan a Amedê li dar xistibû sûc hatiye hesibandin.    'ARMANCA MIN AŞTÎ YE'   Di îdianameyê de îfadeya Kiranê jî cih girtiye. Kiranê gotiye: "Armanca min dilê tu dayikê neşewite, aştî çêbibe."