Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin 2020-07-11 09:11:31 DERSIM - Jinên HDP'ê wê sibê fînala kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixin. Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir.  Meclîsa Jina ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), mehek berê bi navê "Li dijî îstismar, înfaz û qeyûman em hene, têkoşîna jinê li her derî ye" kampanyayek dabû destpêkirin. Meclîsa Jina wê fînala kampanyayê sibê li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixe. Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, bang li jinan kir ku sibê saet di 13.00'an de li Kuçeya Hunerê bin. Yeşîl, bibîr xist ku bi mehan e li aqûbeta Gulîstan Dokûyê dipirsin û got, lê belê tişta niha tê kirin ew e ku bîrbiriya "întiarê" bê belavkirin. Yeşîl, destnîşan kir ku diviya ji roja ewil de li ser cinayetê û revandinê bihata sekinandin. Yeşîl, anî ziman ku Dokû ne ya ewil e û got: "Gulîstan Dokû, bû sembol. Di vir de rola mezin a malbata wê û têkoşîna jinê ye. Em ê nehêlin ser vê bûyerê bê girtin. Sedema ku mileke çalakiya me jî Dersim e, ew e ku em di şexsê Gulîstan Dokûyê de li aqûbeta jinên hatine windakirin bipirsin."    BANGAWAZΠ   Yeşîl ku got "Heya Gulîstan neyê dîtin wê li aqûbeta wê bipirsin" û got, li dijî şidet, cinayet, kedxwarî û xespkirina mafan wê li qadan bin. Yeşîl, ji bo çalakiya sibê jî bang li jinan kir.