Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin 2020-07-11 09:10:55   WAN - Xaliyên ku berê li Wanê li her malê dihatin çêkirin, niha ji ber cihên ku lê bên firotin kêm bûne, çêkirina wan jî kêm bûye.    Li Wanê her diçe hejmara cî û warên ku berê li ber her derî xaliyên rengorengo û motîf bi motîf hebûn, kêm dibin. Li bajêr ji dêvla xaliyên Wanê êdî piranî xaliyên Îranê hene û ji ber eleqeya ji bo wan kêm dibe hema bêje çêkirina wan jî pir kêm bûye. Esnafên xaliyan çêdikin, anîn ziman ku devereke ku xaliyên xwe lê bifiroşin jî nemaye û ji ber vê rewşa karê wan qet nebaş e.    Mûrat Demîr ê ku xaliyan çêdike, anî ziman ku li Wanê êdî wek berê tişt nayên çêkirin û got, berê li her malê xaliyên Wanê hebûn. Demîr, got: "Berê, wexta behsa Wanê dihat kirin xaliyên wê dihatin bîra mirov. Li her malê tevn hebûn. Me jî ji malan dikirî. Lê niha hema bêje ev tişt qet nemaaye. Ben û amûrên din ên xaliyan jî bia bûne. Loma li Wanê tenê çend heb xalîvan mane. Êdî eleqeya ji bo xaliyn Îranê ye. Li Îranê hema bêje li her malê xalî tên çêkirin û cihê ku lê bifiroşin jî pir e."    Demîr ku 20 sal in vî karî dike, destnîşan kir ku her diçe rewşa karê wan xirabtir dibe û got: "Ez xaliyan û amûrên ji bo xaliyan difiroşim. Her diçe karê me kêm dibe. Bi vîrûsa coronayê re karê me ji sedî 90 kêm bû. Bi taybetî jî ji ber ku turîstên biyanî nayên bajêr û ji ber ku deriyên sînor girtîne û ji ber ku per bi mirovan re nemaye, karê me jî nabe. Serê sibehê dikanê vedikim, lê ji ber kar tuneye heya êvarî rûdinêm. Berê min rojê 10 xalî difirotin. Lê niha ke snakire. Hêviya me, bi vekirina deriyan û hatina turîstan maye."