ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-11 09:00:02 * Xaliyên ku berê li Wanê hema bêje li her malê dihatin çêkirin, niha ji ber cihên ku lê bên firotin kêm bûne, çêkirina wan jî kêm bûye.  * Jinên HDP'ê wê sibê fînala kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixin. Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir.    * Îdianameya der barê Dayika Aştiyê Havva Kiran de hat amadekirin. Îdianame bi îdiaaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin.    * Rêxistinên hawirdorê bertek nîşanî biryara Wezareta Çandinî û Daristanê dan ku li Dersimê destûra nêçîrkirina pezkoviyan dabû. Hawirdorparêzan xwest biryara hatiye girtin bê betalkirin.    * Rojnamevan Mehmet Guleş, anî ziman ku li girtîgehê binpêkirina mafan zêde bûye û got, girtiyên nexweş jî nayên tedawîkirin.    * Hiqûqnasan ji bo hevdîtinên "pirbaroyî" yên li Meclîsê didomin, diyar kirin ku ev guherandin ji bo bêerkkirina û tepisandina baroyan e û gotin: "Ev yek wê bibe sebeba cihêkariyê."    * Li Êlihê pirsgirêka şebekeya avê didome. Ji ber ku şaredariya di destê qeyûm de ye xizmetek baş nade, herî kêm 44 hezar û 680 abone bê av dimînin. Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de gel mahkûmî jiyana bê tenduristî dikin.    * Pêşnûmeya pergala Pir Baroyî ku bingeha rêveberiyên baroyan diguherîne piştî ji aliyê AKP-MHP'ê ve şandin Komîsyona Edaletê û li wir qebûl kirin, li meclîsê jî niqaş kirin û li meclîsê jî ji aliyê parlamenterên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin. Kesên muxalif diyar kirin ku îqtîdara AKP û MHP bi vê yekê cudakariyê dike.    * Platforma Jinan û Rêxistinên Jinan tê têkildarî Peymana Îstanbul, li Êlih, Wan, Riha, amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00-16.00-18.00-19.00)   * Meclîsa Jinên Sosyalîst, dê di çarçoveya kampanya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" de li Kolana Hunerê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Dayikên Şemiyê dê dihefteya 798’an de li ser medya civakî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 596'an de li ser medya civakî bi video daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   *  Meclîsa Jinan a HDP'ê dê li dijî îstîsmar, înfaz û nêzîkatiya qeyûman li Amedê esnafan ziyaret bike. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 433’an de çalakiya "Rûniştina F" li ser hesabê medya civakî berdewam bike. (13.30-14.00)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)