Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin 2020-07-08 16:06:20   STENBOL – Jinên ku bi gotina “Êdî bes e! Jin ewlehiya jiyanê dixwazin” Miduriyeta Bajar a Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ya Stenbolê dagir kiribûn, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.    Jinên endamên Piştevaniya Jinan a Kirkyama û FemînAmfiyê, duh bi daxwaza “Bila Peymana Stenbolê bê pêkanîn û ewlehiya kar û jiyanê ji bo jinan bê dabînkirin” Miduriyeta Bajar a Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ya Stenbolê dagir kiribûn. Jinan dema dagirkirinê pankarta “Êdî bes e! Jin ewlehiya jiyanê dixwazin” bi bînaya miduriyetê ve daleqandibûn.    Polisan mudaleyî çalakiyê kiribûn û her heft jinên ku çalakî kiribûn binçav kiribûn. Piştî îfadegirtina wan li emniyetê her heft jin jî sewqî Edliya Stenbolê hatin kirin. Dozgeriyê bêyî ku îfadeyên jinên çalakger bigire, wan bi daxwaza girtinê sewqî 9’emîn Dadgeriya Cezaya Silhê ya Stenbolê kir.