Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin 2020-07-08 15:56:19   WAN – Cihê keleka penaberan ku li Gola Wanê noqî avê bûbû hat tespîtkirin. Hat aşkerakirin ku kelek di kûrahî 107’an de ye.   Di 2’ê tîrmehê de keleke ku tê payîn 70 penaber têdebûn, li Gola Wanê noqî avê bûbû. Di encama xebatên ku ji bo dîtina kelekê û cenazeyên penaberan dihatin kirin de cihê kelekê hat despîtkirin. Hat diyarkirin ku kelek di kûrahî 107’an de ye. Walîtiya Wanê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku xebatên ji bo derxistina kelekê ya ser rûyê avê, hatine destpêkirin.