HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir 2020-07-08 15:36:24 ENQERE – HDP’ê teklîfa pir baroyan ku anîn Desteya Giştî ya Meclîsê şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê bi wêneyên “meşa parastinê” ya baroyan hatin Desteya Giştî û bi yek dengî gotinên Molîer xwendin. Guhertina pergala baroyan a li ser xwesteka AKP-MHP’ê ku bi teklîfa pir baroyan tê nîqaşkirin li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hatibû pejirandin. Xalên vê teklîfê îro anîn rojeva Desteya Giştî ya Meclîsê û li serê hevdîtin tê kirin. Hevdîtin wê ji du beşan pêk werin û teklîf ji 28 xalan pêk tê. Wê li ser van axaftin were kirin.    Parlamenterên HDP’ê yên ku beşdarî hevdîtinê bûn bi protestoyê dest pê kirin. Parlamenterên HDP’ê bi wêneyên “meşa parastinê” ya serokên baroyan hatin Desteya Giştî û teklîfê şermezar kirin.    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di cihê xwe de mafê axaftinê wergirt û axivî. Beştaş bertek nîşanî îşkencekirin û girtina aktîvîsta TJA’yê û endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê Rojbîn Çetîn da û bi derew û îdiayên derveyî rastiyê hatiye girtin û îşkence hatiye rewakirin.    Beştaş û parlamenterên HDP’ê rabûn pêya û wêneyên meşa serokên baroyan û mudaxileya polîsan li dijî serokên baroyan hildan û nîşanî Desteya Meclîsê dan.    HDP’iyan bi yek dengê gotinên feylesofê Frensî Molîer xwendin û teklîfê şermezar kirin.    Di vê navberê de Wekîlê Serokê Meclîsê Celal Adan mudaxileyî çalakiya HDP’iyan kir û mîkrofanan girt. 5 deqîqe navberê da rûniştina Meclîsê.