Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin 2020-07-08 12:43:01 ENQERE – Endamê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê Meclisa HDP’ê Hişyar Ozsoy, bi bîr xist ku operasynên derveyî sînor ên Tirkiyeyê dê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd û diyardeya PKK’ê nebin çar e û ev tişt got: “PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin. Çareserî di diyalogê de ye.” Endamên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yên Meclisa HDP’ê, derbarê operasynên derveyî sînor ên Tirkiyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn û Libyayê li meclisê civîneke çapameniyê li dar xistin.  Di civînê de Endamê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yên Meclisa HDP’ê Hişyar Ozsoy axivî. Ozsoy, diyar kir ku cîranên Tirkiyeyê nemane û Tirkiye dixwaze bi “heza tund” bikeve her derê û wiha got: “Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, polîtîkayeke senteza Osmanitî û Îttîhatiyê dimeşîne. Hewayeke ji Sûriyeyê heta Lîbyayê her derî feth bikin, diafirînin.”   ROLA CENDIRMETIYÊ DANE TIRKIYEYÊ   Ozsoy, destnîşan kir ku tişta Tirkiye dike ne feth e û ev tişt anî ziman: “Tişta ku dikin ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriye û Lîbyayê, li gorî berjewendiyên polîtîkayên emperyal in. Lîbya û Sûriyeyê kirina navenda şerên xwe yen wesayetê. Amerîka, ji bo ku Rûsya li Lîbya û Sûriyeyê hê bêtir bi pêş ve neçe pişta Tirkiyeyê miz didin. Amerîka û hin hêzên ewropî rola cendirmetiyê dane Tirkiyeyê. Van hêza dibêjin em ê şer nekin partnera me ya herêmî Tirkiye bila şer bike.”   LI SÛRIYE Û IRAQÊ ÇARESER NABE   Derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriye û Iraqê de jî Ozsoy, ev nirxandin kir: “Sedema bingehîn a mudaxaleya leşkerî ya Tirkiyeyê ya siyaseta her du welatan jî Pirsgirêka Kurd û diyardeya PKK’ê ye. PKK û Pirsgirêka Kurd li Sûriye û Iraqê çareser nabin. PKK rêxistineke ku li Enqereyê hatiye avakirine.Ji nav dînamîkên Tirkiyeyê derketiye. Heke hûn li çareseriyê digirin, çareserî ne bi operasyonên derveyî sînor û şer e, bi diyalogê di nav sînorên Tirkiyeyê de pêkan e. Tirkiye li Sûriye jî li Lîbyayê jî heta qirêkê di nav sûc de ye."   XEYALA AKP-MHP’Ê YA SÛRIYEYÊ   Piştî Ozsoy endama komîsyonê parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî axaftinek kir. Kemalbay jî balê kişand ser liv û tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bloka faşîst AKP-MHP’ê dixwazin hebûna xwe bi polîtîkayên şer ên dagirker ku li derveyî welat bidomîne.  Ji Efrînê heta Hesekê liv û tevgereke leşkerî heye. Xeyala ku Sûriyeyê wergerînin mêtîngehê heye. Deverên ku TSK dikevê bi awayekî fîîlê rêveberiyên mêtîngeh ava dikin. Tirkiye li van herêman bi komên çete re sûcên li dijî mafên mirovan pêk tîne. Bikaranîna pereyê tirk a li van herêma îtîrafa tevîkirina herêman e.”