5 ciwanên HDP’yî hatin girtin 2020-07-08 11:15:03   STENBOL – Li Stenbolê 5 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.   Li navçeya Esenyûrta Stenbolê di 1’ê tîrmehê de polîsan 9 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê binçav kiribûn. Piştî îfadeyên wan li emniyetê qediyan ew birin Edliya Çaglayana Stenbolê. Dozger bi daxwaza girtinê ciwanan sewqî dadger kir. Dadger 4 ciwanan berda û 5 ciwanan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne û” propaganda rêxistinê kirine” da girtin.