Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse 2020-07-08 10:57:36 AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku hikumet bi guhertina pergala baroyan dixwaze baroyên muxalîf bêdeng bike û hêza wan belav bike û îqtîdar ji hêza baroyan ditirse. Aydin got ew ê têkoşîna xwe li dijî mudaxileyên îqtîdarê mezintir bikin.  Tevî nerazîbûn û dijderketina partiyên muxalefetê û baroyan jî AKP-MHP’ê pergala baroyan guhert û pêşnûmeya guhertina baroyan û qanûna parêzertiyê di Komîsyona Edaletê de pejirand. Tê payîn îro teklîfa qanûnê bê rojeva Desteya Giştî ya Meclîsê. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin guhertina pergala baroyan nirxand û got bi vê guhertinê dixwazin baroyan ji hev bixînin û pêşiya wan asteng bikin.    ‘HIKUMET DIXWAZE SER BÛYERAN WERE GIRTIN’    Aydin destnîşan kir ku di warê azadiya rêxistinkirin, xweîfadekirin, civîn û meşan de astengiyên cidî hene û ji bo însan van mafê xwe nikarin bikar bînin gelek bi guman in. Aydin da zanîn ku kesên dixwazin van mafên xwe bikar bînin bi gefxwarina binçavkirin û girtinê re rûbirû dimînin û got: “Em di welatek k udi warê azadî û mafên bingehîn ku nebaş in de dijîn. Baro ji bo mafên bingehîn û azadiyan têdikoşin. Em îtîrazî vê yekê dikin. Em li dijî her cûre neheqî û bêhiqûqiyê derdikevin. Ji ber ku baro li van armancên  xwe xwedî derdikeve, loma baroyan kirine armanca xwe. Hikumet ji ber ku tu tiştek li pêşiya xwe û muxalîfiyê li pêşiya xwe naxwaze, niha mudaxileyî baroyan dike. Îqtîdar bi vê guhertinê dixwaze ser kuştina jinan, îstîsmarkirina zarokan, îşkence û muameleya xerab bigire.”    ‘DIXWAZIN HÊZA ME PÛÇ BIKIN’    Aydin diyar kir ku îqtîdar dixwaze bi vê yasayê zordestî û zextan li ser civakê bide qebûlkirin û ew jî li dijî vê xwesteka hikumetê derdikevin û ew jî pergalek ku zext lê tune bin dixwazin û ji bere w li dijî polîtîkayên hikumetê derdikevin vê yasayê tînin pêşiya parêzer û baroyan. Aydin got dixwazin naverok û hêza baroyan pûç bikin û nikaribin ku polîtîkayên îqtîdarê rexne bikin û li dijî kirinan derkevin. Aydin destnîşan kir ku îqtîdar dixwaze welat bi yek dengî û rengî birêve bibe û ji baroyan bigire heta rêxistinên pîşeyî naxwaze.    ‘JI BAROYAN DITIRSIN’    Aydin anî ziman ku karekter û sekna baroyan ku muxalîf in îqtîdarê ditirsîne û loma jî dixwazin a dilê xwe bikin. Aydin diyar kir ku her çiqas ev guhertin di Meclîsê de derbas bibe û ji bo yasayê were pejirandin jî wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û dê berevajî vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin.    MA / Cahît Ozbek – Ergîn Çaglar