Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên 2020-07-08 09:19:23 ENQERE – Aborîzan-siyasetmedar Mûstafa Dûrmûş, anî ziman ku heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin wê karker li ber patronan bêtir bêhêz bibin û got: "Bi vê projeyê re daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên."  Nîqaş û bertekên ji bo dewrkirina tazmînata kidemê didomin. Îqtidarê di bi navê "Pakêta Mertala Îstihdamê" de "Pergala Teqawidbûyînê ya Temamker" xistibû rojekê û dixwaze bi vê pergalê tazmînata karkeran dewrî fonê bike.    GAV BI GAV JI HOLÊ TÊ RAKIRIN    Aborîzan-siyasetmevan Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş, nîqaşên tên kirin nirxandin. Dûrmûş, bilêv kir ku di 18 salên dawî de gav bi gav tazmînata kidemê ji holê tê rakirin û got, pêşî bi Pergala Teqawidbûyînê ya Şexsî û niha jî bi Pergala Teqawidbûyînê ya Temamker ve ev yek xistine rojevê.    Dûmûş, got: "Tazmînata kidemê ji bo karkeran temînate , ji bo patronan jî maliyet e. Yanî tazmînata kidemê, nahêle ku patron bi rihetî karkeran ji kar derxe. Lê belê patron vî mafê bingehîn ên karkera, wekî barekî dibînin. Patronên ku di krîzên herî cidî de jî ji mesrefên xwe yên luks kêm nakin û tenê heqê navroja wan zêdetirî meaşê kêmtirîn e, lê gava mesele tê ser tazmînata kidemê ya karkeran feryad û fîxanê dikin. Halbûkî kidema tazmînatê heqê karkeran ên salekê an jî mehekê ku di hesabê wan de tê girtin. Gava wext bê divê ev heq bê dayîn. Ji vê yekê asayîtir tiştek tuneye."    ‘DEWLET DIXWAZE JI BERPIRSIYARÎ BIREVE'    Dûrmûş, bilêv kir ku heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin wê muxatabiya patronan a ji bo karkeran ji holê rabe û wê dewelt jî ji vê berpirsiyarî xelas bibe. Dûrmûş, got: "Heger ev yek pêk bê, wê patron li ser navê karkeran hin pereyan têxin hawizê ku nayê zanîn wê çawa bê birvebirin. Wexta dem bê wê karker biçin azmînata xwe bistînin. Wisa tê fêmkirin dixwazin berpirisyariya wê jî têxin stuyê vê pegala sêyemîn. Hêleke wê ya din jî meseleya rihetbûna dewletê ye."    ‘DEWLET PEYWIRA XWE DEWRÎ ŞÎRKETAN DIKE'    Dûrmûş, got: "Bi kurtayî dewlet dixwaze bi vî awayî dev ji peywira xwe ya ku welatî bi bacan û prîman dixwazin di dema teqawidbûyîna xwe dagateke berbiçav bi dest bixin, ber dide. Bi vê projeyê re hem daxwazên dewletê hem jî yêns ermayeyê li hev dertên."    Her wiha Dûrmûş, bilêv kir ku hêleke din a Pergala Teqawidbûyîna Temamker jî ew e ku ji bo kapîtala sînans çavkaniyan peyda bike û got, halî hazir li Tirkiyeyê çi xwecihî çi biyanî 18 bankeyên mezin hene ku ev şîrketên pergala teqawidbyînê yên şexsî ne. Dûrmûş, got: "Li gorî pêşniyara hikûmetê wê fonên di TES'ê de wekî Fona Sîgorteya Betaliyê ne ji hêla dewletê be, ji hêla şîrketên teqawidbyînê yên şexsî ve bên bikaranîn. Ev jî tê wateya ku wê qezenc û serwetên nû bên afirandin."      ‘PERÊ KARKERAN JI BO FAÎZÊ BI KAR TÎNIN'    Dûrmûş, anî ziman ku bi kurtayî heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin, wê karker li ber patronan bêtir bêhêz bibin û got, perê di fonan de kom dibin jî, projeyeke di kaxezên borse û xezînê de yên sekinandin bi xwe ne. Dûrmûş, îqtidara siyasî vu faîzê bi piyaseyên fînansî re kar dike û di ser vê re sermayeyê û serwetê mezintir dike.    MA / Selman Guzelyuz