Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn 2020-07-08 07:51:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarê Lugansk ê Ukranyayê agir bi daristanê ket. Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya Serwîsa Rewşa Lezgîn a Dewleta Ukrayna li Çoltara Novoaydar a Bajarê Lugansk ê Ukranyayê duh saet di 13.00'an de agir bi daristanê ket. Di şewata daristanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Ji ber bayê zêde agirê bi daristanê ket zû belav bû 110 malên li qadê jî zerar dîtin. Serokê dewleta Ukrayna Volodimir Zelenski, ji bo zû agir vemirînin bi awayekî awarte bi rayedarên hikûmetê re hatin cem hev.