Ferhat Ateş ê HPG’î li gundê xwe hat definkirin 2020-07-07 17:01:16   AMED - Malbata Ferhat Ateş ê HPG’î ku li navçeya Pulur a Dersîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê kurê xwe li navçeya Çinarê di bin dorpêça eskeran de spart axê.    Ferhat Ateş (Sefkan Mêrdîn) ê HPG’î, di 3’ê Tîrmehê de li navçeya Pulur a Dersîmê bi hevalê xwe Yûsûf Şeker re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Ateş duh çûbû Tipa Edlî ya Meletiyê û cenazeyê kurê xwe teşhis kiribû. Malbatê cenazeyê kurê xwe girt û di bin dorpêça leşkeran de li gundê Xanika Jêr ê navçeya Çinarê ya Amedê veşart. Eskeran nehişt ji endamên malbatê zêdetir kes beşdarî merasîma cenaze bibe.