Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin 2020-07-07 16:52:42 MÊRDÎN - Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar, der barê Aktîvîsta TJA'yê û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsan 12 roj berê bi îşkenceyê ew binçav kiribûn, biryara girtinê da û şand girtîgehê.  Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar, der barê Aktîvîsta TJA'yê û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê. Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû birêvebirin. Polîsan bi kuçikan bi ser malê de girtibûn û li malê bi kuçikan îşkence lê kiribû. Çetîn piştî 12 rojan ew sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeya Sevil Rojbin Çetîn girt bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Heyeta dadgehê jî li ser daxwaza dozger der barê Çetîn de biryara girtinê da û şand girtîgehê.    POLÎSAN DESTÛR NEDAN HDP'Î DAXUYANIYÊ BIDIN   Piştî heyeta dadgehê der barê Rojbîn Çetîn de biryara girtinê da, endam û rêveberên HDP'ê xwestin li pêş edliyê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan ku HDP'î daxuyaniyê bidin çapemeniyê. HDP'iyan li ser hesabê twitterê bertek nîşan dan û gotin: "Rojbîn Çetîn ku bi îşkenceyê binçav kirin. 11 rojin di bin çavan de ye. Girtina Çetin li dijî hiqûqê ye. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Bi girtinê ev îşkence rewa kirine. Dê îşkencekar li pêş hiqûqê hesab bidin."