Dozger bi daxwaza girtinê Rojbîn sewqî dadgehê kir 2020-07-07 15:11:03   MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsan 12 roj berê bi îşkenceyê ew binçav kiribûn, sewqî dadgehê kirin. Dozger xwest Çetîn bê girtin.    Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû birêvebirin. Polîsan bi kuçikan bi ser malê de girtibûn û li malê bi kuçikan îşkence lê kiribû. Çetîn piştî 12 rojan ew sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeya Sevil Rojbin Çetîn girt bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar kir.