Şeker ê HPG'î di gora bavê xwe de hat definkirin 2020-07-07 14:49:20 STENBOL - Yûsûf Şeker ê di bombebarana hewayî ya li Dersimê de jiyana xwe ji dest da, ligel berzkirina dirûşmeyan, di gora bavê xwe Îsmet Şeker ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bû de, hat definkirin.  Yûsûf Şeker ê HPG’î yê di bombebarana hewayî ya li Dersimê de, jiyana xwe ji dest da bû, li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê hat definkirin. Polîsan, berî merasîma cenaze, Mala Cemê ya Geziyê dorpêç kirin. Ji bilî malbat û xizmên Şeker destûr nehat dayîn ku kes bikeve Mala Cemê.    Destûr nehat dayîn ku Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, Hevseroka Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş, hevserokên ANYAKAY-DER’ê û rêveberên wê jî, bikin Mala Cemê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl ên bi polîsan re nîqaş kirin, ligel hemû astengiyan beşdarî merasîma cenaze bûn.    LI SER GORA BAVÊ XWE HAT DEFINKIRIN   Cenazeyê Şeker piştî wacîbeyên olî yên li mala cemê, birin Goristina Gazî. Li gorîstanê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Dûre cenazeyê Şeker, di gora bavê xwe Îsmet Şeker ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bû de, hat definkirin. Hevserokê ANYAKAY- DER’ê Şexmûz Işik, li vê derê axaftinek kurt kir û wiha got: “Tekane daxwaza Yûsûf Şeker aştî bû. Lê pergala dagirker her tim mirin kiriye para kurdan. Ji bo pergalê kurdê herî baş kurdê miriye. Lê emê tu carî vê yekê qebûl nekin. Heya ku em hebin û heya damla xwîna xwe ya dawiyê emê bi şehîdên xwe ve girêdayî bin û emê ji bo wan têkoşîna xwe dewam bikin.”    ‘EMÊ XWEDÎ MÎRATEYA WAN DERKEVIN’   Dûrê Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Erdal Avci jî mafê axaftin girt û wiha bilêv kir: “Şeker polîtîkayên înkar û îmhakirina gelê kurd red kiribû. Ji bo ku ev polîtîka bi ser nekevin, berpirsiyartî girtibû ser milên xwe. Bi vî awayî tevlî têkoşînê bû. Malbata Şeker ji bo vê têkoşînê bedelên giran dan. Emê xwedî li mîrateya vê malbatê derkevin. Emê xwedî bîr û bawerî û bîranên Şeker derkevin.”