Baroyan pêşnûmeya ‘Pir Baroyî' şermezar kirin 2020-07-07 14:24:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên Wan û Enqereyê pêşnûmeya "Pir Baroyi" protesto kirin. Baroyan daxuyanî dan û gotin: "Em naxwazin “Cubbeyên xwe bişkovk bikin û îteat bikin. Em wekî nûnerên parastina serbixwe dê cubbeyên xwe bişkovk nekin."  Baroya Wanê li dijî daxwaza AKP-MHP'ê ya pêşnûmeya "Pir baroyî" ku Komîsyona Edaletê erê kir, daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzer û rêveberên Baroya Wanê li pêş Edliyeya Wanê kom bûn û daxuaynî dan. Parêzeran pankar û dowîzên “Dest nedin parastinê", “Bijî parastin", “Ji parastinê re azadî" û “Em daraza siyasî naxwazin" bilind kirin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, diyar kir ku ev pêşnûma li şûna pirsgirêkên parêzeran çareser bike, dê pirsgirêkan mezin bike û wiha got: "Bi pergala Pir Baroyî dixwaze baroyan perçe bike. Dixwazin baroyan bê tesîr bikin û baroyên girêdayî xwe ava bikin. Dixwazin darazê siyasî bikin. Dixwazin lêgerîna maf û îtîrazê tune bikin.    'EM Ê DÎSA BIÇIN WIR'      Uçar, anî ziman ku pêşnûmaya "Pir Baroyî" pêşkêşî Meclîsa Giştî kirine û wiha got: "Ev pêşnûma dê roja pencşemê biçe Meclîsa Giştî. Em ê vê pêvajoyê jî bişopînin. Em ê dîsa biçin wir û ji nêzîk ve bişopînin. Dixwazin bivê yekê bi temamî mafê darizandina serbixwe ji holê rakin. Lê em carek din dibêjin 'Me dest jê berneda û em dest ê bernadin. "    Parêzeran bi dirûşmeyên “Parastin bêdeng nebû, dê bêdeng nebe", “Em baroyên paralel naxazin" û “Bijî berxwedana baroyan" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.    ENQERE    Li Enqereyê jî parêzerên girêdayî Baroya Enqereyê bi heman armancê li pêş Edliyeya Enqereyê meş li dar xistin. Nûner û rêveberên OHD, ÇHD'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Enqereyê Erinç Sagkan û parêzerên Baroya Enqereyê li koridora Edliyeya Enqereye meşiyan. Parêzera di meşê de dirûşmeyên “Parastin bêdeng nema û dê bêdeng nemîne", “Em natirsin û iteat nakin", “Bi serê xwe xelasî nabe, an bi hevre an jî ne tu kes" berz kirin.  Piştî meşê Serokê Baroya Enqereyê Erinç Sagkan, anî ziman ku bi hefteyan e dixwazin derdê xwe bînin ziman û wiha got: "Bi hefteyan e em diyar dikin ku pir baroyî û perçekirina baroyan dê zerarek mezin bide Tirkiyeyê. Niha dixwazin mijarê berovajî bikin. Tu kesî li me guhdar nekir û daxwazên me qebûl nekirin. Dixwazin bişkovkan li cubbeyên me bixin. Lê me tu carî ev yek qebûl nekiriye û em dê tu cari qebûl nekin û piştre bişkovka di destê xwe de avêt erdê.    Parêzeran daxuaynî bi dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû û dê bêdeng nebe" bi dawî kirin.