Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin 2020-07-07 14:12:26 STENBOL – Jinên endamên Kirkyama û FemînAmfiyê, li dijî derketina Tirkiyeyê ya ji Peymana Senbolê, Miduriyeta Bajar a Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê dagir kirin û pankart lê daleqandin.  Jinên endamên Piştevaniya Jinan a Kirkyamayê û FemînAmfiyê, bi daxwaza “Bila Peyman Stenbolê bê pêkanîn û ji jinan re ewlehiya jiyan, kar û ahatê bê dabînkirin” Miduriyeta Bajar a Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê dagir kirin û pankart lê daleqandin. Jinên ku pankarta “Êdî Bes e! Jin Ewlehiya Jiyanê Dixwazin” daleqandin, timik dûrişmeya “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” ,  “Gulistan Dokû serhildana me ye” berz kirin.    ‘EM POLÎTÎKAYAN QEBÛL NAKIN’    Jinan ji avahiyê bang li kesên ku di kuçeyê re derbas bûn kirin û ev tişt gotin: “Polîtîkayên serweriya zilam, hedefnîşandin û tundiya dewlet û zilaman li hemberî jinan û kesên LGBTÎ her ku diçe zêde dibin. Her roj jinek tê qetilkirin. Em polîtîkayên desthilata AKP’ê yên ku dijminahiya li hemberî jinan meşrû dike qebûl nakin.”   Polisên ku hatin avahiyê jinan binçav kirin.