Çetîn a bi kuçikan îşkence lê hat kirin sewqî edliyê kirin 2020-07-07 13:45:43   MÊRDÎN – Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn a ku ji aliyê polîsan ve bi kuçikan hatibû îşkencekirin û 12 roj in di binçavan de ye birin edliyê.    Aktîvîsta TJA’yê û endama Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat birêvebirin li mala xwe ya li Amedê hatibû binçavkirin. Çetîn a ji aliyê polîsan ve bi kuçikan û fizîkî hatibû îşkencekirin 12 roj in li Mêrdînê di binçavan de bû. Çetîn piştî 12 rojan ji emniyeta Mêrdînê ji bo îfadeyê wê were girtin birin Edliya Mêrdînê.   Hat zanîn ku Çetîn di çarçoveya dosyeya lêpirsînê ya hevşaredarên HDP’yî yên navçeyên Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin û hatibûn girtin de hatiye binçavkirin.    Tê payîn ku dozger îfadeyên Çetîn werbigire.