3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn 2020-07-05 22:24:16   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Riha û Gurgumê 3 kesên xwestin xwe hênik bikin û ketin avê xeniqîn.    Yek jê ji Sûriyeyê 3 kesên ku li Riha û Gurgumê ji bo xwe hênik bikin ketin avê, di avê de xeniqîn. Welatiyê ji Sûriyeye Muhammed Ayod û kesê navê wî nehat zanîn li Bendava Ataturk a li Hewagê ji bo xwe hênik bike ketin avê. Welatiyê Sûriyeye Ayod di avê de xeniqî. Kesê nasnameya wî nediyar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê û hat rizgarkirin. Welatiyê ji Sûriyeyê Ayod jî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin Saziya Tipa Edli ya Rihayê.    Li Taxa Kilavûz a Gurgumê jî zarokê 15 salî Muhammed Uykun ê ji bo xwe hênik bike ket Bendava Kilavuzê di avê de xeniqî. Yekîneyên AFAD'ê cesedê Uykun ji bendavê derxistin.   Li Navçeya Pazarcixê ya Gurgumê jî zarokê 15 sali Dadal Kanli ket bendava Kartalkaya û di avê de xeniqî. Cenazeyê Kanli ji avê derxistin û birin morga nexweşxaneyê.