Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin 2020-07-05 21:25:50   ENQERE - Rêxistinên Ciwanan dê di 5’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de ciwanên ku li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin li Parka Guvenê bibîr bînin û bêjin “Ji bo Pirsûsê Edalet ji bo her kesî edalet".          Endamên rêxistinên ciwanan li Parka Ahmet Arîf a Çankayayê daxuşanî dan û ciwanên li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn kuştin bibîr anîn. Endam û rêveberên rêxistinên ciwanan diyar kirin ku dê di 20'ê Tîrmehê ya 5’emîn salvegera komkujiya li Pirsûsê pêk hat de ji bo bêjin “Ji Pirsûsê re edalet, ji her kesî re edalet" di 20'ê Tîrmehê saet di 18.00'an de li Parka Guvenê bernameya bîranînê li dar bixin. Ciwanan piştî bangê belavok belav kirin.