Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin 2020-07-05 20:28:55   STENBOL – Komeleya Piştevaniya Mor, li dijî tundiya li ser jinan zêde dibe dest bi kampanya "Em dikevin tevgerê' kirin. Komeleyê bang li hemû jinan kir bi hevre têbikoşin.           Endamên Komeleya Piştevaniya Mor, li dijî tundiya ku li ser jinan zêde dibe li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên komeleyê diyar kirin ku li dijî tundî û komkujiya li ser jinan dest bi kampanya “Em dikevin tevgerê" kirine. Endamên komeleyê bi bisikletên ku bi nepoxên xemrî xemilandin hatin parkê û li fîrfîrkan xistin. Jinan bi fîrfîrkan bertekên xwe yên li dijî tundiyê anîn ziman û xwest hemû jin tev li kampanayyê bibin. Jinan li parkê pankarta “Em li dijî xizanî, betalî û serdestiya mêr ku cînayetên jinê rewa dike dikevin tevgerê" vekirin û dawîzên “Cînayetên jinan polîtîk in" û "Pakêta  tedbîrên bi lez pêk bîne" rakirin.    DI 6 MEHAN DE 152 JIN BI DESTÊ MÊR HATIN KUŞTIN   Li ser navê jinan Cemile Baklaci axivî û wiha got: "Di 6 mehên ewil ên 2020'an de herî kêm 152 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. 88 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Îqtîdar ji hişmendiya mêrê serdest xwe xwedî dike. Jin li dijî vê ferasetê û îstîsmara zarokan dikin qêrîn û dibêjin “Em dixwazin bijin" Di pêvajoya şewbê de dîsa tundiya li dijî jinan zêde bûye."    Baklaci, li ser Peymana  Stenbol ku îqtîdarê kiriye hedefa xwe jî rawestiya û wiha got: "Bi dijberiya peymanê raste rast mafê jiyanê yê jinan û zarokan dike hedefa xwe. Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê bi daxuyaniya dawî ya li dijî peymanê gefan dixwe û nifrînê pêş dixe. Bi vê daxuyaniyê tundiya mêr rewa dike. Nîşan dide ku li dijî tundiya jinan ne durist û samimî ne. Ev êrîşên di dijî peymanê ku bi têkoşîna jinan hatiye bi destxistin nayê qebûlkirin. Em ê heta dawî xala zagona Peymana Stenbol a 6284’ê biparêzin."    Baklaci, bang li hemû jinan û rêxistinên jinan kir û xwest li dijî tudiya li ser jinan û polîtîkayên li dijî jinan bi hevre têbikşin û dengê xwe bilind bikin. Baklaci bang li hemû jinan kir ku têkevin nava tevgerê.