Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê 2020-07-05 19:49:28 STENBOL - Nûnerên parityên siyasî û rêxistinên civakî li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadê û xwestin tecrîd bi dawî bibe. Nûnerên rêxistinên civakî daxuyaniya hevpar dan û bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafan ên li girtîgehan.    Nûnerên Komeleya Piştevaniya Xizmên Giriyan a Marmara (MATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Anadolu (ANYAKAY DER), Kongreya  Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê ku li navçeya Beyoglu ye kom bûn û daxuyanî dan. Beriya ku rêxistinên civakî daxuyaniyê bidin polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir.    KOMÊ ASTENGIYA POLÎSAN DERBAS KIR      Rêveberên HDP'ê û nû nûnerên rêxistinên civakî ku ji bo daxuyaniyê bidin daketin jêr, bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Polîsan naveroka daxuyaniyê kirin hincet û diyar kirin ku dê destûr nedin. Pişti niqaqên di navbera rêveberên HDP’ê û polîsan de, rêveberên HDP'ê li pêş avahiya HDP'ê daxuyanî dan.    BI DIRÛŞMEYAN BERTEKÊN XWE ANÎN ZIMAN      Nûnerên rêxistinên civakî pankarta li ser “Em ê bibin dengê derve yê Berxwxedana Zindanan" vekirin û dowîzên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", “Em mafên mirovan diparêzin" û “Girtiyên nexweş bi talûkeya vîrûsê re rû bi rû ye" rakirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana”, “Bila di înfazê de wekhevî pêk bê" û “Girtiyên nexweş rûmeta me ne" berz kirin.    Beriya ku daxuyaniyê bidin polîsan bê navber banga "Em ê mudaxale bikin" kir. Girsê jî bi dirûşmeya “Zext me têk nabe" bersîv da.    Hevserokê MATUHAY-DER'ê Husnu Taş, ablukaya polîsan şermezar kir û xwest ev dorpêç bi dawî bibe. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Grava Îmraliyê 21 salin girtîye û wiha got: "Divê berî her tiştî tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Disa girtiyên din bi hinceta vîrûsa corona mafê wan ê hevdîtin û telefonê tê asteng kirin. Ji ber binpêkirina mafan zêde dibe, li gelek girtîgehan girtî dest bi greva birçîbûnê dikin. Li girtîgehan binpêkirina mafan hatiye asta talûkeyê. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku dawî li van binpêkirinan bînin.    TECRÎDÊ RAKIN    Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Divê zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bikin. Dîsa divê tecrîda giran a li ser girtiyan bi dawî bikin. Divê Zagona înfazê ji aliyê Destûra Bingehîn ve paşve bê kişandin. Divê îqtîdar dawî li polîtîkayên cudakariyê bînin. Di serî de Birêz Ocalan divê tecrîdkirina hemû girtiyan bi dawî bibe.    Piştre Rêveberê MATUHAY-DER'ê Cîhan Kartal daxuyanî xwend.    Kartal jî di daxuyaniyê de anî ziman ku di vê pêvajoya şewbê de li gelek welatan girtî hatin berdan, lê li Tirkiyeyê girityên siyasî bi şewrê re rû bi rû hiştin. Kartal, da zanîn ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bêtir hatine girankirin û xwest tecrîd bi dawî bibe û got: "Li Grava Îmraliyê li gel Ocalan di heman demê de Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş, ji ber temenê xwe û nexweşiyên granîk di nava koma rîskê dene. Di bin talûkeyê de ne. Birêz Ocalan di hevdîtina ewil û dawî ya telefonê ku bi malbatê re kir de got 'Niha rewşa me baş e, lê piştre çi bibe em nizanin' Bi vê yekê bal kişand ser talûke û rîska li ser xwe. Bi vê pêvajoyê re tecrîda li ser girityên din jî zêde bû.    Kartal, bang li hikûmetê û rayedaran kir û xwest tecrîda li Îmraliyê û hemû girtîgehên din bi dawî bikin û girtî sûdê ji mafê xwe yê zagonî û hiqûqî bigirin. "    Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.