Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6 2020-07-05 18:41:26   SAKARYA- Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya fîşekên heqayî ya li Sakaryayê de jiyana xwe ji dest dan derket 6'an.      Li Navçeya Hendek a Sakaryayê di fabrîqeya fîşekên hewayî de teqîn pêk hatibû. Di roja ewil a teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 97 kes jî birîndar bûbû. Waliyê Sakaryayê Çetin Oktay Kaldirim têkildarî teqînê agahiyên dawî parve kir û diyar kir ku hêjmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan derket 6'an. Walî anî ziman ku 122 welatî rakirin nexweşxaneyê û 114 welatî jî tedawiya wan bi dawî bû.