Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir 2020-07-05 17:00:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Şengalê bertek nîşanî şandeya hikûmeta Iraqê ya li Şengalê hevdîtin kirin, da. Pêkhateyên Şengalê destnîşan kir ku qet ew kesên ku li gel şandeya hikûmetê rûniştine nûnertiya pêkhateyên Şengalê nakin.   Waliyê Nînowa Necim El Cibûrî û Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayeqê îro serdana Şengalê kir û bi hinek kesên qet nûnertiya Şengalê nake re rûnişt. Serokeşîrên Kurd û Ereb, partiyên siyasî û rêxistinên Xwerêveberiya Şengalê bi beşdarbûna bi Qaymeqamê Şengalê Fehid Hamîd li ber Nûnertiya Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek hevbeş li dijî hevdîtina wê şandeyê û wan kesan dan. Pêkhateyan daxuyanî dan û gotin; "Em bi tu awayî hevdîtinên bi awayî yên li gel hinek kesên ku nûnertiya Şengalê nakin qebûl nakin. Gav avêtinên wiha ne di berjewendiyên dewlet û ne jî xizmeta xelkê Şengalê ye. Serdan û civînên wiha dibe sedema nearamiya herêmê. Em weke pêkhateyên Şengalê daxwaz dikin ku bûyerên wiha dubare nebin. Ji ber ku ximzeta gelê me nake."