Careke din li Elbakê lehî rabû 2020-07-05 16:53:39   WAN - Li Navçeya Elbakê ya Wanê ji ber barana ji duh ve dibare carek din lehî rabû. Ji ber lehiya zêde gelek mal û zevî di bin avê de man û zerar çêbû.     Li Navçeya Elbakê ya Wanê ji duh ve baran dibare. Ji ber barana zêde carek din lehî rabû. Li taxa Omerdagi piştî barana ji nûvro ve dest pê kir, lehî rabû. Ji ber barana zêde çemê gund di ser re çû û 3 konteyner û 2 konên li tenişta çem, di bin avê de man. Li navçeyê ku kes nemir gelek mal û zevî di bin avê de man û zerar dîtin. Duh jî dîsa lehî rabûbû. Ji ber lehiya duh jî gelek zerar çêbûbû.