Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir 2020-07-05 16:37:19 ENQERE - Serokên Baroyan, ji wekilên parêzer ên endamên Komîsyona  Edaletê ne re, cubbeyê li ser sonda parêzaran nivîsandind diyarî kir. Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkurt, bertek nîşanî komîsyona Edaletê da û got "Bila bişkovkan li cubbeyên me nexin û nexwazin em cubbeyên xwe li pêş wan biirin.  Çalakiyên serokên baroyan a li dijî pêşnumeya bir baroyan ku AKP-MHP'ê anî rojeva meclîsê didome. Çalakiyên Baroyan 4 rojin li pêş meclîsê didomin. Serokên Baroyan li pêş meclîsê têkildarî geşedanan daxuyanî dan. Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkurt, daxuyanî da û got: "Ji roja pêvayê dest pê kir, Serokê TBB'ê û Wezîrê Dadê bi hevre daxuyanî dan û diyar kirin ku bertekên me şaş in û xebatek wisa tune ye. Roja din îlan kir ku bi fermana Serokomar dest bi xebatek wisa kirine. Daxwazên me red kirin. Ev pêşnûma harî ye. Li dijî Destûra Binehîn e. Me ji serî de got em li dijî pir baroyan in. Em ji bajaran ketin rê û hatin Enqereyê. 4 roj berê em hatin ber deriyê vê meclîsê. Me 2 daxwazname da TBB’ê. Me di daxwaznameyê de xwest 2 serokên baroyan yek jê li Komîsyona Dadê û ye jî li li ser navê TBB'ê wekî nûner amade bibe. Me xwest serokên Baroyê di komîsyonê de amade bibe. Lê ev daxwazên me red kirin."     HER TIŞTÎ BEROVAJÎ DIKIN    Bozkurt, anî ziman ku wekî siyasetmedar û Serokê TBB'ê Metin Feyzioglu bang li tevlêbûna hevdîtinê kirine, lê wekî ku nehatiye qebûlkirin agahiyan şolî û berovajî dikin û wiha axivî: "Bi van daxuyaniyan dixwazin şolî bikin. Pêvajoyê manipule dikin. Ku kes nehatiye dawetkirin. Eger pir samîmî bûna de bihatina vir. Ji ber ku em nikarin biçin hundir. Bila werin bêjin ‘Bila Serokê 80 baroyan tev li komîsyonê bibin.' Armanca me tu kesî nîne ku em li pêş meclîsê çalakiyan li dar bixin. Em dixwazin li pêş meclîsa aydî milet daxazên xwe bînin ziman. Lê me asteng dikin. Yên ku vê dimenê pêş dixin ew bi xwe ne."    Boskurt anî ziman ku dibêjin 'Ji serokomar davetiyek ji mere hatiye. Tiştekî wisa nehatiye. Ger ku hatibe bila ew bi xwe aşkere bikin. Lê nikarin aşkere bikin. Ji ber ku wekî devlet li hemberi me tu muxatab tune ye. Tenê polîs li hemberî me ye."    DIYARÎ ŞANDIN   Bozkurt, herî dawî anî ziman ku wan cubbeyê ku li ser sonda pîşeyî hatiye nivîsandin ji parlamenterên parêzer ên endamên Komîsyona Edaletê re diyarî kirine got: "Di vê pakêtê de cubbeyên parêzeran heye. Me xwest bi bîra wan bixin ku parêzer in û li gorî pivan û sonda parêzeriyê tev bigerin. Me li tenişta vê pakêtê ta, dersî û bişkovk jî şand. Me îtîraz kir ku em destûr nadin bişkovkê li cubbeyên me bixin. Bila ji me nexwazin ku em bişkovkan li cubeyên xwe bixin. Me di dîrokêde tu carî qebûl nekir û em ê qebûl nekin."    Serokên baroyan pişti daxuyaniyê bi hevre sonda pîşeyî xwendin.