Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin 2020-07-04 17:09:51   MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi kuçikan bi ser mala wê de girtin û li malê bi kuçikan îşkence lê kirin, cara sêyemîn e rojên binçavkirina wê dirêj dikin. Dozger xwest Çetîn 4 rojên din jî di bin çavan de bê girtin.    Polîsan Aktîvîsta TJA û Endama Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbin Çetin, bir fermana dozger di 26'ê Pûşberê de li malê bi îşkencêyê binçav kirin. Polîsan bi kuçikan bi ser mala Çetîn de girt û bi kuçikan li malê îşkence lê kirin. Piştre di 27'ê Hezîranê de birin Mêrdînê. Rojbîn Çetîn 8 rojin li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdîne tê girtin. Dozger bi hinceta hêj delîl kom nekirine cara sêyemîn rojên binçavkirina Çetîn dirêj kir. Dozger xwest Çetîn 4 rojên din jî di bin çavan de bê girtin.