Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin 2020-07-04 15:24:58   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîr, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ê 80 salî Siddik Guler û xwest serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ya her heftê li dar dixe, pêk anî. Çalakî li ber Sumerbank a navçeya Konakê hat dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweşên giran dimirin bêdeng nebe, nebe hevkarê vî sûcî” hat vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyaniya vê heftiyê xwend. Çîçek, diyar kir ku girtiyên nexweş di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û wiha got: “Ger tiştek neyênî jî bê serê van girtiyan, dewlet berpirsiyare.”    ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJÎ’   Çîçek, bal kişan ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş ê 80 salî Siddik Guler ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê de dimîne û wiha bilêv kir: “Guler ji sala 1994’an ve girtiye û sîrgûnê gelek girtîgehan hat kirin. Gelek nexweşiyên wî yên weke dil, tansiyona zêde, romatizma û hwd. hene.  Guler niha mehkûmê sendeliyê bi teker bûye û nikare bi tena serê xwe bijî. Kurê Guler, Habîp Guler ê di Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Kandirayê de dimîne, ji bo ku biçe gel bavê xwe sewqa xwe xwest. Lê ev daxwaza wî hat redkirin. Ji bo ku Siddik Guler bê berdan serlêdan hat kirin, lê ev serlêdana jî hat redkirin. Her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş ên giran bên berdan.”