Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin 2020-07-03 14:23:32   AMED – Polîsan li navçeya Lice ya Amedê 2 welatî binçav kirin.   Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hebat Saçal ê 25 salî ku li Taxa Şaarê û Serdar Canpolat ê 36 salî ku li Taxa Kelvan a navçeya Licê ya Amedê de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û kelûpelên malê serûbin kirin. Piştî lêgerînê polîsan her du welatiyan binçav kir û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Nehat zanîn ku Saçal û Serdar ji ber kîjan sedemê hatine binçavkirin.