Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin 2020-07-03 14:21:01   STENBOL – Danişîna "Doza Buyukada" ku 11 parazvanên mafên mirovan tên darizandin pêk hat. Di danişîna dozê de Peter Frank Steudtner bi nivîskî parastina xwe ji heyetê re şand û got: "Di nava 11 kesan de tenê kesek jî bê cezakrin mafê me hemûyan binpê dibe."      Danişîna biryarê ya "Doza Buyukada" ku 11 parazvanên mafên mirovan tên darizandin li 35’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Li salona dadgehê xizmên bersûcan û parezerên bersûcan amade bûn. Kesên din bi hinceta vîrûsa corona nexistin hundir. Dîsa xwestin ku ji bo her bersûcekî tenê parêzerek tev li danişîna salonê bibe. Bi heman hincetê destûr nedan ku rojnameger jî têkevin hundirê salonê. Piştî hevdîtinan bi awayekî bi sînor parêzer û xizmên bersûcan ketin salonê. Rojnameger û çavdêrên ku ji  Swêd, Swîsre û Almanya hatin jî doz şopandin. Taner Kiliç, Îdîl Eser,Ozlem Dalkiran, Şehmuz Ozbek, Velî Acu, Gunal Kurşun, Nalan Erken, Îlknur Ustun,  Peter Frank Steudtner  û Ali Ghravî ku serbest tên darizandin tev li danişînê nebûn. Dîsa girtî Nejat Taştan û parêzerê wî li salonê amade bû.     Parêzerê Peter Frank Steudtner, Prz. Murat Deha Boduroglu, li salonê parastina nivîskî ya Steudtner ku ji dadgehê reşandiye xwend. Steudtner bi nivîskî parastina xwe ji heyetê re şand û got: "Di nava 11 kesan de tenê kesek jî bê cezakrin mafê me hemûyan binpê dibe. Li gorî delîl û zagonên heyî ez dixwazim em hemû beraet bikin. Biryara we ya beraetê dê nîşan bide ku li Tirkiye mafên mirovan heye. Ev yek dê bandorê li ser têkiliyên Almanya jî bike."     Piştre parêzerê Ali Ghravî Prz. Ogul Guner Olgun jî parastina nivîskî xwend. Ghravî, di parastina xwe de got: “Hûn dixwazin me 5 kesan beraet bikin û yên din jî berdin. Ne pêkan e hûn 3 salên me yên borî bidin me. Lê pêkan e hûn dawî li vê bê edaletiyê bînin. Diviya bû em tu kes nehatina girtin. Bê edaletiya li cihekî bê edaletiya li her derê ye. Em ne terorist in. Me tenê mafên mirovan parast û diparêzin."      Parêzera Ozlem Dalkiran, Prz. Aynur Tuncel Yazgan jî parastina nivîskî xwend. Dalkıran di parastinax we de “3 salin tenê 11 kesên navê wan li vir nayên darizandin. Mafê mirovan tê darizandin. Ev mutaala diyar dike ku parastina mafên mirovan û daxwaza azadiya ji bo her kesî sûc e. Bi vê yekê dixwaze hemû civakê bêdeng bikin."    Piştre Prz. Aynur Yazgan parastin kir. Piştre heyetê navber da danişînê.