Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin 2020-07-03 14:18:42   MÊRSÎN – Rêxistinên tenduristiyê yên Mêrsînê bang li hikumetê kirin ku heqê wan ê pêvek ku ji serdema pandemiyê maye bêcudayî were razandin.    Hikumetê ragihandibû ku wê heqê mesayiyên zêde yên xebatkarê tenduristiyê razîne. Pişt re hikumetê gotibû wê heqê xebatkarên tenê di serwîsên Kovîd-19’ê de xebitîne razîne. Rêxistinên tenduristiyê li dijî vê neheqiyê derdikevin. Rêxistinên tenduristiyê yên Mêrsînê ku ji Odeya Bijîşkan, Komeleya Hemşîreyan, SendÎkaya SES’ê, Sendîkaya Oz Saglik Îş’ê û Sendîkaya Hîzmet Îş’ê pêk tên bi beşdariya endam û rêveberên xwe daxuyanî dan. Daxuyaniya hevpar li ber Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê hat dayîn. Rêvebira Sendîkaya SES’ê ya Şaxa Mêrsînê Sevgî Başkavak daxuyanî da û bang li hikumetê kir ku heqê mesayiyên zêde yên xebatkarên tenduristiyê were dayîn û heqê wan neyê desteserkirin.