Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin 2020-07-03 13:11:56   RIHA – Di doza siyasetmedar û endamên sendîkayê de dihatin darizandin 2 kes hatin berdan.    Li Rihayê di 9’ê Cotmeha 2019’an de siyasetmedarên kurd û endamên sendîkaya KESK’ê hatibûn binçavkirin û girtin. 5 jê girtî bi giştî 30 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne û propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna 5’emîn a doza siyasetmedar û sendîkavanan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin.    Muzaffer Çakmak, Mehmet Kultur, Songul Arpa, Ahmet Yenîlmez û Vahît Akgun bi rêya dîmen ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê beşdarî danişînê bûn. Parêzerên dozê jî di danişînê de amade bûn.    Girtiyan parastina xwe kir û sûcdariyên li ser xwe red kirin û xwestin ew werin berdan.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin werin berdan.    Piştî parastinan şandeya dadgehê biryara berdana Mehmet Kultur û Vahît Akgun da û xwest Songul Arpa, Ahmet Yenîlmez û Muzzafer Çakmak jî girtî bên darizandin.    Danişînek din taloqî 17’ê îlonê hat kirin.