27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin 2020-07-03 12:33:12 STENBOL – KCDP’ê da xuyakirin k udi meha Hezîranê de 27 jin hatin qetilkirin.   Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Hezîranê aşkere kir. Di raporê de, hat dest nîşan kirin ku di nava mehekê de 27 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin. KCDP’ê, da zanîn ku li welat her roj cînayetên jinan rû didin, tundiya li ser jinan û îstîsmara li dijî zarokan zêdetir dibin.    KCDP’ê di rapora xwe de bal kişand ser awayê kuştinên jinan û wiha got: “Ji 27 jinên hatin qetilkirin, sedema kuştina 11 jinan nehat tespît kirin, 2 jê ji ber hincetên aborî, 14 jê ji ber xwestin derbarê jiyana xwe de biryar bidin hatin kuştin.”    KCDP’ê di dawiya rapora xwe de, xwest ku sedemên kuştinên jinan û bersûcên wan bên tespîtkirin û cezayên giran li wan bên birîn.