5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin 2020-07-03 12:21:54 RIHA - Li Girtîgeha Rihayê, wê sibe 5 girtiyên din jî, dest bi greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan bikin.   5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, di 24’ê Hezîranê de li dijî bin pê kirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Hat ragihandin ku wê sibe 5 girtiyên din jî, tevlî vê çalakiya greva birçîbûnê bibin. Bavê Gulîstan Karataş a li girtîgehê dimîne Kasim Karataş, diyar kir ku keça wî di hevdîtina telefonê ya heftane de, dest nîşan kiriye ku rayedarên girtîgehê hevdîtina bi girtiyan qebûl nekiriye. Karataş, da zanîn ku ger daxwazên girtiyan neyin qebûlkirin, wê hejmara girtiyên beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibin zede bibe û wiha got: “Sibe Şemiyê wê Hidayet Duger, Hidir Demîrtaş, Erkan Bayram Mehmet Tahîr Ozcan û Reber Varhan jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibin.”    DAXWAZÊN GIRTIYAN   Girtiyên bi navê Îlyas Yeşîlçayir, Ahmet Sabaç, Emrullah Orûç, Serhat Bûlût û Bahtiyar Aygun ji 24’ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê dene. Girtî dixwazin pirsgirêka wan a avê bê çareserkirin, girtiyên nexweş bên dermankirin, ferzkirina lêgerîna tazî bi dawî bibe, girtiyên cezayê wan xelas bûye bên berdan, lêgerînên di heftiyeke de 2 caran tên kirin bi dawî bibin, hejmara bi şev û serê sibê bi komên qerebalix a gardiyenan neyê kirin, amûrên paqijiyê bidin wan, saetên hevdîtina bên sererastkirin, mafên wan ên spor, sohbet û atolyan cardin bên dayîn.