Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand 2020-07-03 12:02:03   AMED – Eskeran li gundên Licê agir bi zeviyê kenewîrêxist. Agir belavî zeviyê genim û baxçeyên welatiyan bû û şewitî.    Li gundên Dêrxûst, Pîrik û Huseynik ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê eskeran operasyon da destpêkirin. Eskeran zeviyê kenewîr lê hatiye çandin da ber agir. Agir bi bayê re belavî zeviyên genim û baxçeyên welatiyan jî bû. Bax û baxçeyên li gundê Dêrxûstê şewitîn û li gundê Pîrik û Huseynik jî 60 gonim zeviyê genim şewitî. Li van gundan gelek dar jî şewitîn.