Serokwezîrê Fransayê îstifa kir 2020-07-03 11:45:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Fransayê Edoûard Phîlîppe îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Emmanûel Macron kir. Macron îstifaya wî qebûl kir.   Li gorî daxuyaniya Serokwezaretiya Fransayê, Serokwezîr Phîlîppe serê sibehê îstifaya xwe pêşkêşî hikumetê kir. Hat zanîn ku Serokkomar Emmanûel Macron îstifaya serokwezîr qebûl kiriye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta hikumeta nû diyar bibe Serokwezîr û endamên hikumetê wê karê xwe yê rojane bidomînin.   Desthilatdarî çend hefte ne ji bo destnîşankirina rêya nû bi hev dişêwire. Îstifaya hikumetê piştî tûra duyemîn a hilbijartinên şaredariyê pêk hat. Partiya li desthilatdariyê LREM di hilbijartinê de derbeke giran xwaribû û partiyên kesk û çep di hilbijartinê de bi ser ketibûn.