Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin 2020-07-03 11:38:32   ENQERE - One Free Press Coalition, rapora meha hezîranê aşkere kir û diyar kir ku rojnamger tên windakirin, cezayê îdamê didin wan û li girtîgehan muameleyên xerab li wan dikin.    One Free Press Coalition (Koalîsyona Çapemeniya Azad a Bi Tenê) rapora meha hezîranê bi raya giştî re prve kir. Koalîsyonê cih da lîsteya dozên rojnamegeran ên krîtîk û navê rojnamegerên tên darizandin. Koalîsyonê navê rojnameger û welatên lê tên darizandin wiha rêz kir: “Maria Ressa (Filipin), Azimjon Askarov (Kırgazistan), Solafa Magdy (Misir), Abdulkhaleq Amran, Akram al-Waleed, Hareth Hameed û Tawfiq al-Mansouri (Yemen), Jean Bigirimana (Burundi), Norma Sarabia Garduza (Meksika), Mohamed Mounir (Misir), Samuel Wazizi (Kamerun), Abdulmumin Gadzhiev (Rusya) û rojnamegerê hat kuştin Cemal Kaşikçi (Erebîstana Siûdî.) "    4 SALIN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN   Di 22'ê tîrmehê de li Burundiyê rojnameger Jean Bigirimana hat windakirin û 4 salin agahî jê nayê girtin.    LI GIRTÎEHAN MUAMELEYÊN XERAB LI WAN DIKIN   Di raporê de bal kişand ser rewşa Rojnameger Azimjon Askarov ku xelat wergirtiye û diyar kir ku bi îdeaya "Buye alîkarê kuştina polîsekî" 10 salin girtî ye û di danişîna gulanê de cezayê heta heta lê birîne.    ROJNAMEGER WINDA YE    Koalîsyonê di raporê de anî ziman ku Rojnameger Solafa Magdy ku serbest e 4 salin winda ye û agahî jê nayê girtin. Dîsa rojnamegerê nexweş girtin. Di 15'ê Hezîranê de li Misirê rojnamegerê nexweş Mohamed Mounir girtin 65 salî ye û nexweş e.    CEZAYÊ ÎDAMÊ DAN ÇAR ROJNAEMGER   Rojnaemgerên li Yemenê Girtî, Abdulkhaley Amran, Akram al-Waleed, Hareth Hameed û Tawfiq al-Mansourî ji aliyê Hutiyan ve di 11'ê nîsanêde hatin darizandin û Cezayê îdalê li wan birîn."