Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir 2020-07-03 11:21:03   AGIRÎ - 4’emîn danişîna doza derbarê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezîrganê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de hatibû vekirin, hat dîtin.   4’emîn danişîna doza derbarê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirganê ya Agiriyê di 15’ê Hezîrana 2018’an de winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de, hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê giran a Aagiryê dest pê kir. Parêzerên endamên Komeleya  Îstîsmar û Têkoşîna Zarokan a Mamosteyên Saadetê (UCÎM) danişîn şopandin.    DOZGERIYÊ MUTALAYA XWE TEMAM KIR   Dozgerê di 17’ê Hezîranê de mutalaya xwe ya têkildarî dozê temam kiribû, diyar kir ku apê Leyla yê girtî tê darizandin Yûsûf Aydemîr, xizmên wê Mehmet Alî Aydemîr û Besîm Dûrsûn di nava “raman û çalakiyek hevpar de” Leyla qetilkirine û ji bo wan cezayê muebata giran û her yek 14 sal cezayê girtîgehê xwest. Dozger di heman demê de, ji bo A.A û Y.A yên ne girtî tên darizandin jî, bi sûcdariya “kes ji azadiya wê kirin û bi zanebûn kuştina mirov” 29 sal û 4 meh cezayê girtîgehê daxwaz kir. Di mutalayê de ji bo apê Leyla M.A. û H.D. beraet hat xwestin.