Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan 2020-07-03 10:45:09 STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan. Malbata Ocalan û malbatên din herî dawî di 27’ê nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtinê pêk anîbûn.