Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin 2020-07-03 10:44:20   DERSÎM - 3 kesên ku tevgera wan bi guman li navçeya Qislê ya Dersimê li ser ziyaretgeha Duzgun Baba  Nîşaneya 3 heyv u navê MHP'ê nivîsandin.    Li Navçeya Qislê ya Dersimê 3 kesên tevgera wan bi fikar, li ser ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsa "MHP" û sembola MHP'ê ya "3 heyv" xêz kirin. Peyvirdarê ziyaretgahê piştî çûn ziyaretgehê nivîs jê birin. Balkêş e nivîs beriya komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tîrmehê hatiye nivîsandin. Pîrên ziyaretgehê diyar kirin ku dê têkildari nivîsa hatiye nivîsin, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Dersimê û de Serdozgeriya Komarê ya Dersimê serlêdana sûc bikin.  Pîrê Ocaxa Kureyşan Cemal Can, ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re der barê nivîsên hatine nivîsandin de axivî. Can anî ziman ku maşîneyek plakeya wê 58 hatiye herêmê û bi tevgerên bi fikar bal kişandiye ser xwe. Can, da zanîn ku 3 kes hatin ziyaretgehê û tevgerên wan pir cuda bûn û wiha got: "3 kesên ji Meletiyê hatin gotin 'Em ê biçin Duzgun Baba ziyaret bikin. Wan kesan ji kesên li ziyaretgahê re gotin 'Em ji Mereşxê ne' Tarîfa rê ji min xwestin. Min jî got hûn rast dikarin biçin. Piştî 2.5 saetan yek li pêş u 2 kes li paş suyar bûbûn û hatin. Li pala Kaniya Guzan kevir gindir kirin. Min ji wan pirsa 'We çima kevir gindir kir' pirsî. Gotin 'Kevir ji min piyê me herikî' Lê tu kevirên ku ji bin piyê wan bigindire li ser rê tune bû. Wan kesan bi zanebûn kevir gindir kirin. Roja din ji bo niyazê ez derketin Turbeya Duzgun Baba. Dema ez çûm ziyaretgehê min dît Sê heyv û navê MHP'ê nivîsandine.    Min ev yek bi hevalên xwe re parve kir. Em ê serî li rayedaran bidin. Gotinek heye dibêjin ‘Kuçik çi ji ziyaretê fam dike'. Bi taybetî ev yek di salvegera Sêwasê de pêk hat balkêş e."