Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir 2020-07-03 10:42:07   STENBOL – Siyasetmedar û nivîskarê kurd Tarik Ziya Ekîncî ji bo hilbijartina Serokatiya Meclîsê bang li wekîlên HDP’ê kir û got: “Pêwîste wekîl bi komî li desteyê rûnên û bêjin em hene û em deng didin namzetê xwe. Dibe ku hûn bi qîmeta dengê me nizanibin lê belê em qîmeta dengê xwe dizanin.”    Dema serokatiya Mustafa Şentop ê Serokê Meclîsê tije bû û ji ber vê yekê dê hilbijartina Serokatiya Meclîsê pêk were. Duh pêvajoya namzetiya serokatiyê dest pê kir. AKP dîsa Mûstafa Şentop kir namzetê xwe. HDP’ê jî parlamenterê xwe yê Stenbolê Erol Katircioglû kir namzetê xwe. Namzeta CHP’ê jî parlamenterê wan Enqereyê Halûk Koç e. Hilbijartina serokatiyê dê di 7’ê tîrmehê de pêk were.    BANG LI HDP’IYAN KIR    Siyasetmedar û nivîskarê kurd Tarik Ziya Ekîncî ji bo hilbijartina Serokatiya Meclîsê bang li wekîlên HDP’ê kir û got: “Pêwîste wekîl bi komî li desteyê rûnên û bêjin em hene û em deng didin namzetê xwe. Dibe ku hûn bi qîmeta dengê me nizanibin lê belê em qîmeta dengê xwe dizanin. Divê wekîl bêjin em li ser navê nûnertiya gelê xwe li vir in û em ji pirsgirêkên wan tînin ziman. Nîşandana xwe ya tevahî gelek girîng e.”