Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin 2020-07-03 09:01:45 WAN - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Parêzer Umît Dede, bertek nîşanî pêşnûmaya "pirhejmariya baroyan" da û got: "Guherandina der barê parêzeran de projeyeke FETO'yê ye. Ev sererastkirina ku wê çaxê hatibû taloqkirin niha cardin xistine rojevê."  Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê û Endamê Komîsyona Mafên Mirovan Parêzer Umît Dede, pêşnûmaya "pirjmariya baroyan" ku AKP'ê berpêşî meclîsê kiriye nirxand.    Dede, destnîşan kir ku hewldana guherandina pergala baroyan ku AKP-MHP dixwazin pêk bînin, girêdayî mudaxileya li ser Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) a piştî referandûma 2010'an e û got: "A niha tê kirin berdewamiya vê ye. Wekî hûn dizanin wê demê FETO di nav AKP'ê de bû. Di sala 2010'an de referandûmek hat kirin. Ev projeyeke FETO'yê bû. Bi vê re pergala darazê hat guherandin. Piştî vê guherandinê zûzûka kadro dan dadger û dozgerên FETO'yî. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê komek dadger û dozger bi îdiaya FETO'yî ne ji peywirê hatin girtin û hema bêje hemû hatin mehkûmkirin. Guherandina der barê parêzeran de jî berdewamiya projeya wê çaxê ye. Wê çaxê jî ev yek xistibûn rojevê. Dixwestin hêla parastinê ya daraza serbixwe têxin bin wesayetê. Lê wê demê ji ber bertekên civakê paş ve kişandibûn. Mixabin tifaqa AKP-MHP'ê niha dixwaze vê projeya ku projeyeke FETO'yê ye pêk bîne. Çawa ku dadger û dozger xistin bin wesayetê niha jî dixwazin parêzer û baroyan têxin bin wesayetê. Bi vî awayî dixwazin parastinê pasîf bikin û baroyên alîgir çêbikin."    Dede, anî ziman ku guherandinê ku tê xwestin pêk bê li dijî xala 135'an a Qanûna Bingehîn e û ev yek tevahiya civakê eleqedar dike û got: "Çimkî bi vê guherandinê re wê parastin bê perçekirin, wê baroyên alîgiran bên çêkirin, wê parastin bê qelskirin û masê darizandineke adil bê astengkirin."    'EM Ê LI HER DERÎ LI BER XWE BIDIN'    Dede, anî ziman ku ji roja ku guherandina baroyan bûye rojev em li dij vê radibin û em ê li her derî li ber xwe bidin. Dede, got: "Heger der barê parêzeran de guherandine bê kirin muxatabê vê parêzer in. A rast di qanûna heyî ya parêzeran de pêdivî bi guherandinekê heye. Em ji roja roj de dibêjin divê baro û parêzer li hev kom bibin û pev re pêşnûmayeke qanûnê çêbikin. Lê belê îqtidarê baro û parêzer derî vê hiştine û ev yek xistiye rojevê. Ev ne tiştekî demokratîk e. Wê ev sererastkirin bi kêrî pirsgirêkên parêzeran neyê. BErevajî wê prisgirêkan girantir bike. Ji ev pêşnûma neyê qebûlkirin ji destê me çi bê em ê bikin."    MA / Cemîl Ûgûr