ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-03 09:00:16 *  Kongreya Civaka Demokratîk di sala 2007'an de bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd pêş bixe dest bi xebatan kir. Di bin baneyê KCD'ê de bi giştî 800 Rêxistinên Civakî û Sivîl hene. Ji bo çareseriyê heta niha gelek kongre û konfrenas li dar xist. Hemû xebatên xwe ji raya giştî û çapemeniyê re vekirî pêk anî. Lê di 26'ê Hezîranê de deriyê avahiya KCD'a ku hevserokên wê dawetî meclisê kiribûn û endamên Heyeta Îmraliyê bû mohr kirin.  * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Parêzer Umît Dede, bertek nîşanî pêşnûmaya "pirhejmariya baroyan" da û got: "Guherandina der barê parêzeran de projeyeke FETO'yê ye. Ev sererastkirina ku wê çaxê hatibû taloqkirin niha cardin xistine rojevê."    * Xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê ku bandor ji şewbê û krîza aborî girtine, diyar kirin ku îqtidarê ew bêpêşeroj hiştine û gotin, rizgarî bi têkoşîneke rêxistinbûyî pêkan e.    * Parêzerên OHD'î ji bo parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk ku ji 5'ê Nîsanê ve ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ne, bang kirin û xwestin daxwazên hevpîşeyên wan bên qebûlkirin.    * Li navçeya Bodrûmê xwediyê hin otêlan û kargehan tiştekî sosret dikin. Ji bo peravan bişibînin Maldîvê toza mermer û kirêcê direşînin peravan.    * Berdevka Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Hediye Karaaslan, anî ziman ku di pêvajoyeke ku jin hedef tên girtin de ji bo bilindkirina têkoşîna jinê û xurtkirina rêxistinbûyînê kampanyaya "Têkoşîna Jinê Li Her Derî Ye" dane destpêkirin û got, piştî vê kampanyaya ji bo mehekê wê têkoşîna jinê berdewam be.    * 4'emîn danişîna doza Leyla Aydemîr a li Bazîda Agiriyê piştî 18 rojan winda bû cenazeyê wê hat dîtin, dê li Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê bê dîtin. (09.00)   * Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. (10.00)   * 6'emîn danişîna doza Siyasetmedarên Kurd ên jin Sebahat Tuncel û Gultan Kışanak dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê dîtin. (10.00)    * Danişina doza 5 jê girtî 30 siyasetmedarên kurd Dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)     * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên di nava hefteyê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Çorumê, dê bi minasebeta 40'emîn salvegera komkujiya Çorumê li Qada Kardeş a Çorumê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Odeya Tabîban a Mêrsînê dê ji bo mafê xwe yê kedê li pêş Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Baro dê li dijî pergal û pêşnûmeya pir baroyî ya li bajaran bê avakirin "Mîtîna Parastina Mezin" li dar bixin. (16.00)