Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167 2020-07-02 20:04:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 17 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 17 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 186 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 202 hezar û 284 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 167.