Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan 2020-07-02 16:23:48   AMED - Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd xwest ku nivîskar û weşangerên di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCD’ê de hatin girtin demildest werin brdan û astengiyên li ser ziman û çanda kurdî werin rakirin.    Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd derbarê girtina nivîskar û weşangerên kurd Azad, Zal, Nesrîn Navdar û Adil Qazî ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatin girtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Înîsiyatifê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kirin û polîtîkayên serdest û zordestan nîşan didin ku helwesta tunekirina ziman û çanda kurdî her ku diçe kûrtir dibe û wiha hat gotin: "Bi van polîtîkayan tê xwestin ku sazî û dezgehên kurdan bên krîmînalîzekirin. Gelek nivîskar û weşanger bi van kirin û polîtîkayan rastî tawanbariyeke giran tên. Em baş dizanin ku astengkirina xebatên zimanî û çandî ya ji aliyê serdestan ve her dem hebû û niha jî heman hişmendî li ser kar e."   ‘NIVÎSKAR TÊN TIXÛBKIRIN’   Înîsiyatîfê da zanîn ku di şert û mercên niha de li ser xebatên weşanger û hin nivîskaran dijberî çêdibin û wiha hat gotin: "Pirtûkên wan di qonaxa çapkirinê de rastî qedexeyan tên û tên tixûbkirin, weşanxane tên girtin û rastî zextên dijwar tên.”   Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku nivîskar û weşangerên ku di çend salên dawî de rastî van kirin û polîtîkayan hatine wiha navê wan rêz kir: Feratê Dengizî, 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Bahadîn Robar 8 sal cezayê girtîgehê lê hat birin.  Mîrza Ronî 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Adil Başaran 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Azad Zal (Mehmet Güngörmüş) hat girtin. Nesrîn Navdar (Nesrîn Şanli) hat girtin. Adil Qazî (Adil Ercan) hat girtin. Birahîm Xelîl Taş hat binçavkirin û tê darizandin. Mehmet Devîren hat binçavkirin û tê darizandin. Subhî Îzol hat binçavkirin û tê darizandin. Ayşe Kara (rojnameger) hat binçavkirin û tê darizandin."   'JI POLÎTÎKAYÊN ZORDARIYÊ VEGERIN'   Înîsiyatîfê destnîşan kir ku weşanxaneyên kurd niha nikarin karên xwe bi asayî bidomînin û got: “Ev yek di tawanbarkirina Weşanxaneya J&J û girtina hevalê me Azad Zal (Mehmet Gungormuş) de hat dîtin. Em dibêjin ku rayedar demildest ji van kirin û polîtîkayên zext û zordariyê vegerin. Banga me ew e ku hevalên me serbest bên berdan û astengiyên li ber ziman û çanda kurdî werin sekinandin."   Weşanên ku di nava Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd de cih digirin ev in: Weşanên Ar, Aram, Aryen, Azad, Dara, Ekîn, J&J, Kurdistan, M, Morî, Na, Ronak, Rosana, Sîtav, Sor, Tevn û Wardozê.