Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin 2020-07-02 15:59:06 ENQERE – Li Enqereyê, polisan mudaxaleyî rêxistinên girseya demokratîk ku li ser daxwaza DAD’ê ji bo bîranîna Komkujiya Sêwazê li hev kom bûbû kir û 7 kesan binçav kir.    Komeleya Elewiyên Dmeokratîk (DAD),  xwest di salvegera 27’emîn de Komkujiya Sêwazê bi bîr bîne. Li ser banga DAD’ê rêxistinên girseya demokratîk li Kolana Sakaryayê li hev kom bûn û xwestin qurbaniyên komkujiyê bi bîr bînin. Lê polisan bi hinceta biryara qedexeya pandemiyê ya Walîtiya Enqereyê destûr neda ku rêxistinên bernameya xwe li dar bixin û mudaxaleyî wan kir. Girseya ku parlamentere HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî di nav de ji aliyê polisan ve ji qadê hat dûrxistin.    Di vê gengeşiya ku li vir pêk hat de kesek hat binçavkirin.    MUDAXALEYA DUYEMÎN    Ji ber ku li vir destûr nehat dayîn, girseyê xwest li ber Navenda Giştî ya Komeleyên Çandî yên Pîr Sûltan Abdalê (PSKAD) daxuyanî bide. Li vir jî polisan destûr neda û mudaxaleyî girseyê kir û 6 kesan binçav kirin.    DESTÛR NEDAN ROJNAMEGER BIKIŞÎNIN    Di kêliya mudaxaleyê de polisan destûr neda ku rojnameger kişandinê bikin û wan ji qadê dûr xistin. Kesên ku hatin binçavkirin navê wan wiha ne: Nîlgun Karababa, Aslihan Han, Denîz Akbıyık, Yelda Ozturk, Cemal Çakmak, Mûstafa Bayraktar û Şamîl Parlak.