Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin? 2020-07-02 14:59:21 WAN – Ciwanên Wanî têkildarî daxuyaniyên medya civakî yên Serokkomar Erdogan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku heke medya civakî were girtin an qedexekirin dê azadiya wan ji destê wan biçe û wê nikaribin ji geşedanên dinyayê haydar bibin.    Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan duh di civîna serokên rêxistinên xwe de diyar kir ku ew ê medya civakî (Twîtter, YouTube, Netflîx) sererast ango dîzayn bikin. Piştî daxuyaniya Erdogan a ji bo medya civakî li ser Twîtterê û platformên din ên medya civakî bertekek mezin hat nîşandan. Ciwanên wanî jî têkildarî daxuyaniya Erdogan nêrînên xwe anîn ziman.    ‘EM GEŞDANÊN DINYAYÊ JI MEDYA CIVAKÎ DIXWÎNIN’    Ji ciwanan Fatîh Mûtlû diyar kir ku girtin ango qedexekirina medya civakî şaşî ye û got: “Ji bo em derbarê mijarekê de bibin xwedî agahî ewil li medya civakî dinêrin. Em niha medya civakî wek amûra ragihandinê bikar tînin. Meriv bi rêya medya civakî fêrî gelek tiştan dibe. Girtin an jî qedexekirina medya civakî wê azadiya me ya heyî ji dest were girtin û me ji dinyayê qût bike.”    'DIXWAZIN RAMANÊN ME ASTENG BIKIN’    Nazli Babat jî da zanîn ku ew bi rêya medya civakî fikr û ramanên xwe tînin ziman û dibînin û got: “Heke gavek ji bo qedexekirin û girtina medya civakî were avêtin wê ramanên me jî werin astengkirin. Ez li dijî vê daxwaza Erdogan im. Dixwazin em bêdeng bimînin.”    'EM HER TIŞTÎ JI WIR HÎN DIBIN’    Seymen Ertel jî destnîşan kir ku ew geşedanên derbarê rojev û pêşketinan de ji platformên medya civakî hîn dibin û got: “Heke astengkirinek pêk were wê xeletiyek dîrokî bi xwe re bîne. Hema bêje ez hemû platformên meday civakî bikar tînim. Ez rojevê ji wir dişopînim. Gelek tiştên em di televîzyonan de nabînin em bi rêya van platformên medya civakî dibînin. Qedexekirin wê ji bo ciwanan biryarek şaş û xerab be.”